Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Trump: Li Îranê 48 rayedar hatin kuştin, operasyon ji ya dihat plankirin baştir diçe

Serokê DYA’yê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û eşkere kir ku di êrişên wan de 48 rayedarên Îranî hatine kuştin.

Êrişên Îsraîlê yên bi piştgiriya DYA’yê di roja duyemîn de didome. Serokê Amarîkayê Donald Trump ji Fox Newsê re axivî û ragihand di êrişên Amerîkayê de 48 rayedarên Îranê hatine kuştin.

Trump got: “Eger me bernameya wan ya nuklere nekiribûna hedef, wê di nava du hefteyan de bibûna xwedî çeka nükleer.”

Trump êrişên bi hevkariya Îsraîlê ya li ser Îranê jî ‘serketineke bê hempa’ pênase kir û got: “Her tişt baş diçe.

Li aliyê din Trump ji Kovara Atlantîcê re jî axivî û got: “Li Îranê lîderên nû dixwazin baxivin. Ezê bi wan re baxivin. Divê ev yek berî niha bikiribûna.”